XELKÊN QAMIŞLO TECRÎDA LI DIJÎ RÊBAR ABDULLAH OCALAN ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li pêşiya çavên rêxistinên mirovî û hiqûqî, Dewleta Tirk 25 salin tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferzkiriye û bi hinceta hebûna cezayên displînî têkiliya bi malbat û parêzeran re qut kiriye.

Tevî tecrîda giran a li dijî rêber Abdullah Ocalan 39 mehin tu agahî ji Rêber Apo nayên girtin.

Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan Tecrîda li dijî Rêber Apo şermezarkirin û dan zanîn ku,dê fikir û felsefeya Rêbertî bi ser bikeve û pilanên dijmin vala derkevin.

Derbarê komplo û tecrîda girankirî de,xelkên Qamişlo diyar kirin ku ,dijmin nikare wan ji rêberê wan qut bike û dê tolê ji xayîn û komplogeran hilînin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa muwekîlên xwe Rêber Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên ku 39 meh in agahî ji wan nayê girtin, serî li Raportorê Taybet a Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî dan û banga “Çalakiya lezgîn” kirin.

Share This Article