KOÇBERÊN EFRÎNÎ: HIKUMETA ŞAMÊ BERPIRSÊ VEGERA ME YA BI EWLE Û RUMET E

Rojava Tv
2 Min Read

Bi hilweşîna rêjîma berê ya Esed re daxwazên koçberan ên vegera bi rumet zêde bûye.

Li aliyekî din koçberan daxwaz ji hikumeta veguhêz a Sûriyê kirin ku berpirsyartiyên xwe li hember herêmên dagirkirî pêk bîne û sûcên çeteyan bi dawî bike.
Piştî dagikirina bajarê Efrînê di adara sala 2018’an de, xelkên Efrînî 2 carin neçarî koçberiya bi darê zorê dibin.

Di kanûna sala derbasbûyî de jî, Efrîniyên ku li şehbayê li ber xwe didan ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker berê xwe dan herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser.

Bi hilweşîna rêjîma berê ya Esed re daxwazên koçberan ên vegera bi rumet zêde bûye.

Koçberên Efrînî yên ku li kantona Cizîrê di nav şert û mercên zehmet de jiyan dikin anîn ziman ku bi hatina hikumeta nû re tu guhertinên erênî rûne dan, heta niha binpêkirinên li Efrînê dewam dikin.

Li aliyeke din koçberan daxwaz ji hikumeta veguhêz a Sûriyê kirin ku berpirsyartiyên xwe li hember herêmên dagirkirî pêk bîne û sûcên çeteyan bi dawî bike.

Roja 10’ê adarê rêkeftineke 8 xalî di navbera fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Ehmed El- Şeri de hate îmzekirin û di xaleke wê de tekezî li ser vegere bi ewle ya koçberan hate kirin.

Share This Article