Li kantona Reqayê bi armanca nirxandina rewşa koçberan û nîqaşkirina mafên wan yê vegera ser xaka wan, komxebata siyasî ya bi navê “Veger maf e, nayê jibîrkirin û dev jê nayê berdan’ hate lidarxistin.
Piştî rûxîna rêjîma Baasê gelek koçberên Sûrî yên li hundir û derve vegeriyan warê xwe, lê ta niha koçberên herêmên dagirkirî di êşa koçberiyê de dijîn.
Di vê çarçoveyê de Forma Şehba a siyasî di bin diruşmeya Vegera me nayê jibîrkirin û dev jê nayê berdan li xwaringeha El-eştar a li kantona Reqayê hat sazkirin.
Form bi beşdariya koçberên herêmên dagirkirî, Hevseroka girînendeya têkiriyên derve Îlham Ehmed, Nûnerên Meclîsa cîbicîkar, Meclîsa sûriya demokratîk û kesayetên siyasî pêk hat.
Endamê Komîteya Amadekar Cuma Kalo behsa naverok û hurguliyên formeyê dike.
Her wiha endama heman komîteyê Cîhan Xidro jî da zanîn, piştî guhertinên siyasî yên li sûriyê çêbûn divê hemû koçber vegerin cih û warê xwe.
Di dawiya Formê de deriyê nîqaşê ji beşdaran re hat vekrin da ku nêrîn û nirxandinên xwe parve bikin.
