LI AMÛDÊ ŞEHÎD AGIRÎ HESEKÊ BI MERASÎMEKÊ HAT OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên bajarê Amûdê bi merasîmekê şehîd Agirî Hesekê li goristana Şehîd Îsmaîl Hogir oxirkirin.

Şervanê QSD’ê Qeys Şefîq Ehmed bi nasnav Agirî Hesekê di 21’ê Çileyê de li ser rêya Reqayê şehîd bû.

Bi sedan xelkên bajêr, endamên saziyên, partiyên siyasî û hevreyên şehîd li Goristanê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star ve hate kirin.

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina riya wan da.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava diruşmên ” Şehîd Namirin ” spartin axê.

Share This Article