KOÇBERÊN EFRÎNÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA TIRK ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Koçberên efrînî bertek nîşanî êrîşîn dagirkeriya tirk dan û gotin, hedefgirtina sivîlan ji aliyê tirkiyê ve binpêkirina zagonên navnetewî ne.

Koçberan gotin, em ê li hember sûc û êrîşên dagirkeriyê xeta berxwedanê bidomînin.

koçberên efrînî yên ku li şehbayê dimînin bi êrîşên dagirkeriya tirk her wiha dorpêça hikûmeta şamê re rû bi rû dimînin.

dewleta tirk a dagirker rojane êrîşên xwe yên bêserûber dibe ser herêma şehbayê di van êrîşan de sivîl û zarokan dike qurbanî.

koçberên efrînî bertek nîşanî êrîşîn dagirkeriya tirk dan û gotin, hedefgirtina sivîlan ji aliyê tirkiyê ve binpêkirina zagonên navnetewî ne.

her wiha koçberên efrînî di nava axaftinên xwe de hêviya vegra li efrînê kirin û tekez kirin ku, ew ê li hember sûc û êrîşên dagirkeriya tikr xeta berxwedanê bidomînin.

7 sal in Koçberên efrînî tevî êrîş û dorpêça hikumeta şamê li warê berxwedanê Şehbayê di têkoşîna xwe de bi israr in û tekez dikin ku bersiva wan a li hember êrîşan berxwedanî ye.

Share This Article