20’Ê COTMEHA 2021’AN PARLEMENTOYA KATALONYAYÊ ITÎRAF BI RÊVEBERIYA XWESER KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberên herêma Firatê derbarê itîrafkirina Parlementoya Katalonyayê bi Rêveberiya Xweser axivîn û diyar kirin ku itîrafa Katalonyayê ji cîhanê re îsbat kir ku Rêveberiya Xweser gelek gavên girîng û stratejîk avêtin.

20’ê Cotmeha 2021’an Parlementoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî de nas kir.

Îtirafkirina Parlementoya Katalonyayê bi Rêveberiya Xweser pêşketineke girîng e û duristbûna projeya Rêveberiya Xweser wekî çareya aloziya Sûriyê nîşan dide.

Girêdayî mijarê Cîgira Hevserokatiya Encumena Cîbicîkar a Hrêma Firatê Mizgîn Xelîl spasiya Parlementoya Katalonyayê kir û diyar kir ku di itîrafa Katalonyayê de, ji cîhanê re hat îsbatkirin ku Rêveberiya Xweser gelek gavên girîng û stratejîk avêtin.

Her wiha Hevserokê veguhestinê yê herêma Firatê Dilxwaz Necîb hêvî kir ku hemû cîhan itîrafê bi Rêveberiya Xweser bike.

Piştî ku îradeya civakê bi dehan salan li Sûriyê hatibû paşguhkirin, piranî kes dibînin ku Rêveberiya Xweser rêbazek ber bi pêkanîna yekîtiya gelan û rêgeha Demokratîk ve ye ku dê nûnertiya îradeya hemû pêkhateyên civakê bike.

Share This Article