Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê bi hemahengiya li gel Yekîtiya Mamostayan a kantona Cizîrê, derbarê zirarên narkotîkê û bandorên wê de panelek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di panelê de bi dehan ciwanên Qamişlo amade bûn û tekezî li ser rêgirtina li ber belavbûna madeyên hişbirê hat kirin.
Yek ji beşên herî metirsîdar ên şerê taybet ku li dijî civakan tê meşandin, madeyên hişbirê ne ku çîna ciwan qels û tune dike.
Li piraniya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hişyarkirina ciwan û civakê ji madeyên hişbirê panel û semîner tên lidarxistin.
di vê çarçoveyê de Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê bi hemahengiya li gel Yekîtiya Mamostayan a kantona Cizîrê, derbarê zirarên narkotîkê û bandorên wê de panelek li peymangeha Amadekirina Mamostayên Werziş û Muzîkê ya bajarê Qamişlo li dar xist.
Hevserokê Yekîtiya Dermanfiroşan a Qamişlo Kamîran Mejdel ji Rojava TV re behsa bandorên narkotîkê yên li ser kesayek û civakê kir.
