KOÇBERÊN EFRÎNÎ BANGA BIDAWÎKIRINA DORPÊÇÊ Û VEGERA LI EFRÎNÊ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Tevî koçberiyê, rojane koçberên Efrînî rastî êrîşên domdar yên dagirkeriya Tirk tên, li aliyekî din jî Hikûmeta Şamê dorpêçeke giran li ser wan ferzkiriye û nehêle pêdivî derbasî herêmê bibin..

Li kantona Şehbayê ku piranî koçberên Efrînî lê dijîn, ji ber dorpêçê azarên wan zêdetir dibin.

Koçberên Efrînî yên ku li kampa berxwedan ya kantona şehbayê dimînin behsa zehmetiyên xwe yên di nava çadran de dikin û banga bidawîkirina dorpêç û vegera li efrînê dikin.

koçberan destnîşan kirin ku, ew di nava çadran de ji mafê xwe yê herî rewa bê par in..

Li Kantona Şehbayê 5 kampên ku bi hezaran koçber lê dimînin, hene, Rêveberiya Xweser jî tevî zehmetiya li gorî derfetên xwe alîkariyê pêşkêşî koçberan dike.

Share This Article