Koçberên Efrînî yên ku li kantona Şehbayê dimînin, dibêjin ji ber dorpêça Hikûmeta Şamê ew bi zehmetiyeke mezin debara xwe dikin.
Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî dikin ku dorpêçê bi dawî bikin.
Ev dîmenên kampên koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê ne, êrîşên berdewam ên dagirkeriyê û dorpêça Hikûmeta Şamê, bandoreke neyînî li jiyana koçberan kiriye.
Firqeya 4’an a ser bi Hikûmeta Şamê ve ku gelek tawan di stûyê wê de hene, ev derdora 2 salan e nahêle pêdawistiyên rojane, sotemenî û derman derbasî herêmê bibin.
Koçberên Efrînî dibêjin, ji ber girankirina dorpêçê ew bi zehmetiyeke mezin debara xwe dikin.
Her wiha koçberên Efrînî bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî dikin ku dorpêçê bi dawî bikin.
Tevî êrîş, dorpêç û zehmetiyên jiyanî, dîsa koçberên Efrînî li ber xwe didin û tekez dikin ku ew ê bi rihê berxwedana Serdemê bi ser bikevin û Efrînê rizgar bikin.
