TRAFÎK Û DESTEYA HUNDIRÎN A KANTONA CIZÎRÊ DEST BI KAMPANIYEKE HIŞYARIYÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi armanca parastina ajokaran û rêgirtina li ber qezayan, Nivîsgeha Trafîkê û Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê, kampanyekê hişyariyê dan destpêkirin.
Hêzên Trafîkê tekez kirin ku ev kampanya, wê li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin.

Di bin dirûşmeya “Bi hev re ber bi rêyên ewletir ve” Nivîsgeha Trafîkê û Desteya Hundirîn ya Kantona Cizîrê, ji bo kêmkirina qezayên trafîkê û pêşxistina çanda ewlekariyê, kampaniyeke hevpar dan destpêkirin.

Hin ji xalên sereke yên kampaniyê rêzgirtin ji çirayên trafîkê re, rêgirtina li ber leza zêde ya otombîlan, nebikaranîna telefonan di dema ajotinê de û dûrketina ji ajotina bê rûxset.

Ji bo agahiyên zêdetir li ser kampaniyê, rojava tv ligel Rêveberê Nivîsgeha Trafîkê ya Kantona Cizîrê Rifet Bîlal hevdîtin pêk anî û hin agahiyên zêdetir wergirtin.

Ji aliyê xwe ve, welatiyê bi navê Nîzam El-Dîn Hisên diyar kir ku, ji bo serketina vê kampaniyê, hemahengiya gel bi hêzên Trafîkê re hewce dike.

Kampaniya ku bi armanca parastina ajokaran û rêrgirtina li ber qezayan hatiye destpêkirin, dê zêdetirî deh rojan dewam bike.

Di rojên pêş de, wê ev kampanya li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin .

Share This Article