KLÎNÎKÊN DERVE LI NEXWEŞXANEYA GEL A REQAYÊ ROJANE XIZMETA 450 NEXWEŞAN DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Beşa klînîkên derve li Nexweşxaneya Gel a kantona Reqayê di tevahiya hefteyê de hemû nexweşên ku serdana wan dikin, pêşwazî dike

Klînîk nexweşên (hestî, çav, çerm, hundir, guh, neştergeriya giştî) derman dike.

Di her klînîkekê nêzî 50 nexweş , her wiha  rojane 450 nexweş  tên pêşwazî kirin.

Klînîk da ku barê nexweşan sivik bike, karûbarên bijîjkî, tehlîl,radyolojî û dermanan bêpere dike.

Yek ji kadroyên bijîkî Enwer El-Saleh diyar kir ku, ew di klînîkekan de xizmetên curbecur pêşkêşî welatiyan dikin.

 

Share This Article