Cotkarên bajarê Reqayê dest bi berhevkirina mewsimê pembû dikin û karkerên ku di nava zevî de dixebitin, tekez dikin ku ev zevî ji wan re derfetên kar peyda dike.
Li gorî navenda wergirtina pembû ya Reqayê jî wan heta niha 14 hezar ton pembû wergirtine.
Ev der zevîyekî pemboyan li bajarê Reqayê ye, cotkarên vî zevîyî dest bi berhevkirina mewsim dikin.
Li bajarê Reqayê çandina pembû yek ji berhemên sereke ye û derbasbûna ava çemê Firatê di wê herêmê re rewşa çandiniyê guncavtir dike.
Herçend e dewleta Tirk rêjeya avê kêm kiriye jî, lê cotkar di çandina pembû de bi israr in û şiyanên xwe bo wê vediqetînin.
Vî zevî yî derfetên kar li pêşiya gelek kesan jî vekiriye û pê debara mala xwe dikin.
Li gorî zanyariyên navendên wergirtina pembû ya Reqayê, wan heta niha 14 hezar ton pembû wergirtine.
Cotkarên vî zevîyî dawiya meha îlonê dest bi berhevkirina berhemên xwe dikin û ew prose heta dawiyê mijdarê didome.
Piştî cara yekemîn ew careke din li zevî vedigerin û dest bi berhevkirina yê mayî dikin û bi vî awayî ji bo firotinê pembû tê amadekirin û berhemên wan ji bo sûkên navxwe têne veguhestin.
