Duh hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hemû rê dorpêç kirin, bi çekan êriş kirin û hewl dan bikevin her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, lê hêzên ewlekariyê bersiv da û êrîş têk birin.
Hêzên Hikûmetê her 7 rêyên ku diçin her du taxan girtin. Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bang li şêniyan kir ku li dijî girtina rêyan û dorpêça berdewam dakevin qadan, Li ser vê bangê bi sedan ji şêniyan herikîn kolanên sereke yên her du taxan, da ku nerazîbûna xwe ya li dijî dorpêçê nîşan bidin.
Lê li hemberî xwepêşandana şêniyan, Hêzên hikumeta veguhêz bi awayekî bêserûber bi gaza îsotê û guleyan êrişî xwepêşandêran kirin.
Piştre, hêzên hikumeta veguhêz hewl dan bi tank û wesayîtên zirxî ji çar aliyan ve êrişî taxan bikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên her du taxan bersiv da û di encamê de bi çekên sivik û navîn pevçûn çêbûn.
Ji ber şer û pevçûnan kesek şehîd û 60 kes jî birîndar bûne.
Di saetên derengiya şevê de, piştî hêzên hikumeta veguhêz ji derdora her du taxan vekişîn, bêdengiyek çêbûye.
