Ji kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê îro careke din karwanekî gel ji bo ku beşdarî çalakiya nobetê bibe, bi coş berê xwe dan bendava Tişrîn.
Nêzî 4 mehan e li Bendava Tişrînê çalakiya parastina bendavê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dike.
vê sibehê ji kantonên Dêrazor, Tebqa û Reqayê gel ji bo çalakiya nobetê dewr bigire, ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket.
Karwanên ji Tebqa, Reqa û Dêrazorê li bajarê Mehmûdî yê li bakurê rojavayê Reqayê gihiştin hev û bi hev re berê xwe dan bendavê û dê nobetê ji xelkên ji bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê bigirin.
