XELKÊN REQAYÊ KOMKUJIYA LI KOBANÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Hevserok û Endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê komkujiya li gundê Berxbotan ê Kobanê pêk hatî şermezar kirin û gotin, komkujî hovîtiya dewleta tirk û dijminatiya wê ya li hember aştiyê nîşan dide.

Tevî rewşa hestiyar ku sûriyê têre derbas dibe, û hewldanên Rêveberiya Xweser û QSD ên misogerkirina aramiya li Sûriyê, dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li ser herênma bakur û rojhilatê sûriyê zêdetir dike.

Dagirkeriyê Tirk duh di danê êvarê de li gundê Berxbotan ê Kobanê maleke sivîlan bombebaran kir û di encamê de komkujiyek pêk anî.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Mihemed Elî diyar kir ku komkujî hovîtiya dewleta tirk û dijminatiya wê ya li hember aştiyê nîşan dide.

Her wiha Berdevka Ofîsa Perwerdeyê ya kantona Reqayê Riweyda El-Salih anî ziman ku, Tirkiyê di bin bêdengiya dewletên hegemon de, komkujiyan pêk tîne.

Her ku diçe dagirkeriya tirk rêzeêrîşên xwe yên hovane yên li dijî herêma bakur û rojhilatê sûriyê zêde dike.

zêdetirî 4 mehane dagirkerî bê navber dagirkerî êrîşî Bendava Tişrîn, Pira Qereqozaq, Dêrhafir, û gundewarên bajarê kobanê dike.

Share This Article