Partiya Sûriya Pêşerojê di bin dirûşmeya bi vîna jina azad, em ê Sûriyeke azad ava bikin, civîna xwe ya berfireh li bajarê Minbicê li dar xist.
Endamên partiyê, desteya jin û nûnerên Rêveberiya sivîl a bajarê Minbicê û gundewarên wê, beşdarî civînê bûn.
Di civînê de rewşa siyasî û geşedanên dawî bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Her wiha rewşa rêxistinî û karûbarên jinan a di nava partiyê hatin nirxandin.
LI aliyekî din jî astengiyên li pêş karê partiyê û dîtina çareseriyan ji bo wan hatin nîqaşkirin.
Têkildarî mijarê seroka nivîsgeha rêxistinî ya partiya Sûriya Pêşerojê Asya Hisên ji Rojava TV re axivî.
