Rêveberiya Xweser a herêma Firatê salvegera 8 a êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser bajarê Kobanê bi bîr anî û got dewleta Tirk a dagirker di êrîşê de bi çekan piştgirî da çeteyan.
Rêveberiya xweser a Herêma Firatê di daxuyaniyê de got: Berxwedana ku welatiyên herêmê li Kobanê raber kiriye wijdana cîhanê şiyar kir û hişt hevpeymaniya Navneteweyî desteka asîmanî bide şervanan. Ev berxwedan di dîroka rizgarî û têkbirina terorê de bû qonaxek.
Rêveberiyê di berdewama daxuyaniyê de şehîdên berxwedana Serzorî ku teslîmbûyîn red kir û heta şehadetê li ber xwe da bi bîr anî.
Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bang li welatiyên herêmê kir ku destkeftiyên bi saya şehîdan ên ber bi welatekî azad ve pêk hatine biparêzin..
