Karwanê yekem ê koçberên Serêkaniyê ku ji nêzî 400 malbatan pêk tê, gihîşt bajarê Serêkaniyê.
Karwanê yekem ê koçberên Serêkaniyê ku îro danê sibê ji gundê Tiwêna yê Hesekê bi rê ketibû, gihîşt bajarê Serêkaniyê.
Karwanê yekem ji nêzî 400 malbatên ji bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê pêk tê.
Malbatên koçber ên Serêkaniyê ji bo vegerê kêfxweşiya xwe anî ziman û got “Her tim me xeyal dikir em vegerin, malên xwe lê bikin û li warê xwe bijîn.”
Lê dema ku koçber gihaştin Serêkaniyê, rewşeke cuda rû da û ew li wir rastî êrîşê hatin.
