Bi sedan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên curbecur û moraleke mezin berxwedana xwe li Bendava Tişrînê didomînin.
Di kombûna nobedarên ji Dêrazor, Reqa, Tebqa û yên kantona Firatê de, peyamên berxwedan û têkoşînê hatin dayîn.
Berxwedêrên li Tişrînê gotin ku ew bawer in ku dê her tim serkeftina para wan be û dê di têkoşîna xwe ya ber bi azadiyê ve dewam bikin.
