Desteya jin a Rêveberiya Xweser û Encumna Dada Civakî îro ji bo nîqaşkirina zagona malbatê, civînek ji jinan re li bajarê Reqayê lidarxist.
Panel bi dirûşma”Ji bo pêşerojeke malbatî ya geş û civakeke hevgirtî” li hola Zanîngeha El-Şerq hate lidarxistin.
Hejmarek ji akademîsyenên jin û pisporên hiqûqî û femînîst beşdarî panel bûn.
Di panelê de mijara zagona malbatê û azadiya jin hate destgirtin.
her wiha xalên qanûnê yên bi armanca pêşxistina mafên jinan û pêşxistina rewşa wan a civakî û hiqûqî hatin nirxandin.
Her wiha di panelê de rêyên parastina malbatê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola jinan di parastina hevgirtina malbat û civakê de hatin nîqaşkirin.
