JINÊN MINBICÊ 20’EMÎN SALVEGERA DAMEZIRANDINA PERGALA HEVSEROKATIYÊ PÎROZ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Jinên Minbicê bi boneya 20’mîn salvegera damezrandina pergala hevserokatiyê li Kela Necim ya dîrokî şahiyek li dar xistin.

Pîrozbahî di saetên sibehê de dest pê kir û jinan bi çalakiyên hunerî kêfxweşiya xwe ya di vê roja dîrokî de anîn ziman.

Jinan destnîşan kirin ku beriya 7 salan li Bakur Rojhilatê Sûriyê sîstema hevserokatiyê hate avakirin û bicihanîn, em weke jinên minbicê bi dilekî germ vê rojê pêşwazî dikin.

Jinan diyar kirin ku sîstema hevserokatiyê garantiya beşdarbûna jinan di biryargirtin û rêveberiyê de ye.

Share This Article