LI HELEBÊ PÊŞANGEHEKE WÊNIYÊN RÊBER APO HAT VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi dirûşma “Ji bo avakirina civaka demokratîk em ê têkoşîna xwe bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” li parka Efrîn a taxa Eşrefiyê ya Helebê pêşangehek hunerî li dar xist.

Di pêşangehê de xwendekar, ciwan, xelk, endanên meclis, komîn û saziyên sivîl amade bûn.

Di pêşangehê de 15 tabloyên ku tê de wêneyên Rêber APO, helbest û pirtûkên Rêbertî hene hatin pêşandan.

Di Çalakiya pêşangehê de hat gotin ku Tablo û berhemên hatine pêşkêşkirin , asta girêdana ciwanan bi têkoşîna Rêbertî dest ve nîşan dide.

Piştre şênî di nava pêşangehê re geriyan û li tabloyan temaşe kirin.

Share This Article