ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA HELINCÊ HATIN BÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Di salvegera komkujiya Helincê de, Şênî û jinên Kobanê bi hildana siloganên “Bi qirkirinê gel nayên bêdengkirin”, meşek lidarxistin.

Meş bi tevlêbûna bi sedan jinan, endamên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, partiyên siyasî, tevgerên civakî û xwendekarên Zanîngeha Kobanê dest pê kir.

Girseya gel heta pêşiya mala ku hatibû hedefgirtin û niha wekî mozexane tê parastin meşiya. Li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Tevgera Jinan daxuyanî hat dayîn.

di daxuyaniyê de hat gotin “Wekî tevgera jin, dibêjin ku bi van êrîş û qirkirinên li ser jinên pêşeng, tu carî nikarin vîna wan bişkînin û gel bêdeng bikin.

Share This Article