RÊXISTINÊN JINAN BANGA DARIZANDINA ÇETEYÊN TIRKIYÊ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li Efrînê çeteyên dewleta tirk a dagrirker rojane sûcên guhartina demografî,qetlkirin,revandin,û birîna baceyan û hwd li welatiyan ferz dike.

Herî dawiyê jî di 15 îlone çeteyên El Emşat ên dewleta tirk a dagirker êrîşî xwepêşandêrên gundê Kaxirê yê Mabata kirin û nêzî 20 kes ku piraniya wan jin bûn rastî lêdan û îşkenceyê hatin.

li herêmê jî li hember van sûcan bertekên tund derketin pêş.

Di vê çarçoveyê de, rêvebera Rêxistina Sara ya têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan Arzo Temo got,heta niha hesab ji çeteyan li ser tevahî sûcên li dijî welatiyên efrînê pêk tîne nehatiye xwestin.

Şêrîn çolî rêvebera navenda lêkolîn û parastina mafê jinan bang li aliyên navnetewî kir ku çavên xwe li sûc û kirinên Tirkiyê vekin û hesab ji sûcdaran biwxazin.

Li dijî kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li Efrînê bi taybetî kiryarên çeteyên El Emşat ên li dijî welatiyên gundê Kaxirê, xelkê herêma bakur û rojhilatê sûriyê bertek nîşan dan û çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin.

Share This Article