Di çarçoveya kampanyaya ” Ez dixwazim bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” Jinên bajarê Hesekê name ji bo rêber Apo ” nivîsandin.
Kongra Star di çarçoveya kampanyaya cîhanî ya azadiya rêber Abdullah Ocalan de çalakiyên xwe dewam dike.
Jinên Hesekê li navendên Kongra Starê yên li bajêr û gundewarên wê bi daxwaza dîtina rêber Apo name nivîsandin.
Bi dehan jin ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen tevlî çalakiyê bûn.
Jinên beşdar ji Rojava Tv re diyar kir ku ew bi hêvî ne di demek nêzîk de rêber Apo azad bibe û wî di nav xwe de bibînin.
Hêjayî gotinê ye ku çalakiyên piştigiriya kampanyaya ” Ez dixwazim bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dike.
