Îro bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî li dijî gerîlayan, Kongra Îslama Demokrat li Bakur û Rojhilatê sûriyê , saziya Gaziyên bajarê kobanê û xwendekarên zanîngeha kobanê, daxuyanî dan.
Bertek û nerazîbûnên welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li dijî herêmên parastinê yên Medyayê zêde dibin.
Îro bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî li dijî gerîlayan, Kongra Îslama Demokrat li Bakur û Rojhilatê sûriyê daxuyaniyek da.
Kongreyê di daxuyaniyê de got ku Êrîşa dewleta tirk a bi çekên kîmyewî li dijî Gerîlayan, tawanek li dijî mirovahî û exlaqê ye.
Dewleta tirk li pêşiya çavên cîhanê peymanên navnetewî binpê dike û komkujiyan li dijî gelan pêk tîne.
Kongra Îslama Demokrat li Bakur û Rojhilatê sûriyê bang li saziyên olî yên navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker helwesteke zelal nîşan bidin û pêşî li êrîşên bêexlaqî yên bi çekên kîmyewî bigirin.
Ji aliyekî din ve û bi heman armancê, Saziya Gaziyên bajarê kobanê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku Dewleta tirk bi van kiryaran armanc dike ku kurdan li tevahî cîhanê bê vîn bike. Ji hemû aliyan ve û bi hemû cûreyên çekan êrîşî kurdan dike.
Saziya Gaziyên bajarê kobanê bang li her kesî kir ku li hember kiryarên hovane yên dewleta tirk a dagirker rabin ser piyan û hebûna xwe biparêzin.
Her wiha xwendekarên Zanîngeha bajarê Kobanê jî êrîşên dewleta tirk ên bi çekên qedexekirî yên li dijî Gerîlayan bi tundî şermezar kirin.
Xwendekaran anîn ziman ku Ew êrîşên dewleta tirk qebûl nakin, ew ê xwedî li berxwedan û têkoşîna gerîlayan derkevin.
