Yekîtiya Parêzeran a kantona Cizîrê, di bin diruşmeya ” Hiqûqa Demokratîk, Garantiya Aştî û Civaka Demokratîk e ” kongreya xwe ya 6’emîn li bajarê Qamişlo li dar xist.
Kongreya parêzeran li navenada Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar ket û tê de bi dehan Endamên Yekîtiya Parêzeran, Saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan hate xwendin û axaftinek li ser navê Yekîtiya Parêzeran hate kirin.
Di axaftinê de hate diyar kirin ku Yekîtiya Parêzeran ji bo pêkanîna demokrasî û aştiyê di herêmê de, roleke mezin dilîze û ji bo pêkanîna dadmendiya civakî xebat dike.
Di kongreyê de mijarên têkildarî karê parêzeran û pêşxistina pergala dadwerî li herêmên Rêveberiya Xweswr, hatin gotubêjkirin.
