LI KOBANÊ 5 CANGORIYÊN AZADIYÊ BI MERASÎMEKE BI HEYBET HATIN OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 5 cangoriyên azadiyê oxir kirin.
Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtinê, şêx Murşîd Meşûq El Xiznewî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Şêx Murşîd got, Îro jî roja man û nemanê ye. Yan mayîn û yan jî nemayînê ye. Di vê demê de em sedsalên xwe dinivîsin.
Ji Rêveberiya Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman jî piştrast kir ku, ew ê armancên şehîdan di pratîkê de pêk bînin.
Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan û dirûşma ‘Şehîd namirin’ hatin oxirkirin.

Share This Article