Li hemberî komkujî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker, nerazîbûn û bertek berdewam in.
Koçberên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û piştrast dikin ku ew ê heya vegera li Efrînê li ber xwe bidin.
Di gel topbaran û êrîşên rojane yên bêserûber ên ku dewleta Tirk li dijî sivîlan pêk tîne, lê li aliyekî din balafirên dewleta Tirk bêserûber herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bombebaran dikin.
Di wan êrîşan de, sivîl, fermandarên ku li dijî terorê şer kirine, saziyên ewlehî û xizmetguzariyê bi awayekî rasterast têne hedefgirtin.
Herî dawiyê dewleta Tirk navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê bombebaran kir û di encamê de 4 welatî şehîd bûn.
Têkildarî mijarê koçberên Efrînê nerazîbûn û bertekên tund nîşan didin û û tekez dikin ku heya vegera li Efrînê ew ê li ber xwe bidin.
Dayîkekî Efrînî jî dipirse û dibêje em nizanin dewleta Tirk çi ji me dixwaze, em bi tenê maf û zimanê xwe dixwazin.
Piştî ku di adara sala 2018’an de dewleta Tirk Efrîn dagir kir, ji wê demê ve zêdetir ji sedhezar koçberên Efrînê li kantona Şehbayê bi cih bûne û li benda vegera li Efrînê, lê dewleta Tirk rojane wê herêmê topbaran dike û dixwaze hêviya vegera li Efrînê biçilmisîne û xelkê Efrînê tekez dikin ku ew û bi berxwedaniyê li Efrînê vegerin.
