Di 9’ê Cotmeha 1998’an de komployeke navneteweyî li dijî Rêber Apo dest pê kir. Ev komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî Kurdan, li dijî Kurdistanê û Rojhilata Navîn bû.
Rêber Apo di nirxandinên xwe de tîne ziman ku bi 9’ê Cotmehê re, hêzên navnetewî dest li Rojhilata Navîn werdan her wiha girtina xwe jî wekî destpêka şerê sêyemîn ê cîhanê pênase dike.
Derbarê salvegera 26’an a komploya 9’ê Cotmehê Endama Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê Evîn Cûma anî ziman ku, ji 25 salan ve li îmraliyê kiryarên derqanûnî û dermirovî tên meşandin.
Evîn Cûma di beşekî din a nirxandinên xwe de bang li çalakvanên mafên mirovan û yên parastin ramanan dikin kir ku ji bo bidawîkirina sûcên li îmraliyê tevbigerin.
Komploya Navneteweyî ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî Tevgera Azadiyê, gelê kurd û tevahiya gelên azadîxwaz de hate kirin, 9’ê Cotmeha sala 1998’an dest pê kir û heta niha berdewam e.
Lê bi saya berxwedana dîrokî ya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê komplo negihişt armanca xwe.
