Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Cizîrê derbarê komploya 9’ê cotmehê de konferansek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di konferansê de du mijarên bi navê: Komploya Navdewletî ya li dijî Rêber APO û krîza Rojhilata Navîn hatin nirxandin.
Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Cizîrê îro derbarê komploya 9’ê cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan konferansek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Konferans di çarçoveya pêngava cîhanê ya” Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî , ji pirsgirêka Kurd re çareseriya Siyasî” de li hola Partiya Yekîtiya Demokratîk li dar ket.
Bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Cizîrê beşdar bûn.
Di konferansê de du mijarên sereke ên bi navê: Komploya Navdewletî ya li dijî Rêber APO û krîza Rojhilata Navîn hatin nirxandin.
Rêvebera Ofîs Jinên Ciwan a Meclîsa Ciwanên Msd’ê Nadya Yusif diyar kir ku, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO dê ji erkên me yên sereke be.
Her wiha Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Solyas Simo anî ziman ku, komploya li dijî Rêbertî li dijî gelê azadîxwaz bû, ji lewra divê her kes ji bo şikandina pergala êşkenceyê têkoşînê mezin bike.
Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Cizîrê bi encamnameyekê bi dawî bû.
Jinên Ciwan di konferansê de ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwe berpirsyar dîtin.
