Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser Kantona Cizîrê îro karnameyên weza yekem a sala 2024’an û 2025’an yên amadeyî belav kir.
belavkirina karnameyan bi amadebûna hevserokên Meclisa cîbicîkar a rêveberiya xweser a kantona Cizîrê Hesen Şero û Vîviyan Biho û hevseroka desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê Gulîstan Ismaîl bi deqeyeke rêzzgirtin destpêkir.
piştre hevserokê Meclisa cîbicîkar a rêveberiya xweser a kantona Cizîrê Hesen Şero axivî û destnîşan kir ku xwendekar roleke wan a sereke di pêşeroja welat de heye.
piştî axaftinan Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser Kantona Cizîrê dest bi belavkirina karnameyên werza yekem a sala 2024’an û 2025’an yên amadeyî kir.
