Rojava TV li ser bandorên bikaranîna madeyên hişbirê û çawa derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin, raporek amade kiriye.
Rêveberiya nivîsgeha dijî madeyên hişbirê ya bakur û rojhilatê Sûriyê dibêje, madeyên hişbirê bi rêya herêmên dagirkirî û herêmên di bin kontrola Hikûmeta Şamê de derbasî herêmê dibin.
Bikarhînerên madeyên hişbirê jî diyar dikin ku ew ketine xefikan û gelekî poşman bûne.
Hêzên desthilatdar û tarî ji bo ku tevn û binsezaiya civakan têk bibin û rê li pêşiya geşkirinê bigrin, madeyên hişbirê belav dikin.
Neyar û dijminên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî ku li hemberî xweragiriya gel têk çûn, vê carê bi rêya madeyên hişbirê dixwazin ciwanan bixin nava tor û xefkên xwe yên qirêj.
Rêveberiya nivîsgeha dijî madeyên hişbirê ya bakûr û rojhilatê Sûriyê ji Rojava TV re behsa amarên madeyên hişbirê yên ku wan desteser kirine, dike.
Kesên ku bûne qurbaniyên siyasetên hêzên desthilatdar û têkder, diyar dikin ku ew hatine xapandin û poşmaniya xwe tînin ziman.
Li gorî daxuyaniyên fermî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, madeyên hişbirê bi rêya herêmên dagirkirî û herêmên di bin kontrola Hikûmeta Şamê de, derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin.
Her wiha Hêzên Ewlekariyê diyar dike ku ew ê têkoşîna li dijî jinavbirina madeyên hişbirê bidomînin.
