JINÊN CIWAN ÊN BAJARÊ QAMIŞLO 8’Ê ADARÊ PÎROZ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê adarê de îro desteya jinên ciwan bi hevkariya desteya ciwan û werzîşê her wiha rêveberên dibistanan çalakiyek li bajarê qamişlo li darxistin.

Çalakî di durişma “bi felsefeya jin jiyan azadî ber bi sûriyeke demokratîk ve” li hola yekîtiya werzîşê bi beşdariya bi dehan jinên ciwan , mamoste û xwendekaran li darket.

Di çalakiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, lîstoka basketbolê di navbera klub Asayîşê û tîma rêveberiya dibistanan de destpêkir.

Paşê karatê û cil û bergên kurdî hatin pêşandan. komîteya amadekar xelat li lîstikvanan belav kir.

Desteya jinên ciwan di dawiya çalakiyê de daxuyaniyek da û 8’ê adarê li tevahî jinan pîroz kir.

Share This Article