Meclisa Jinan a PYD’ê ya kantona Reqayê çalakiyak li dar xist û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO kir.
Bi dehan jinên ji sazî, deste û rêxistinên kantona Reqayê beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û tecrîda li dijî Rêber APO hate şermezarkirin.
Her wiha hate gotin, armanca dewleta Tirk ew e ku Rêber APO ji civakê qut bike, lê dê ti carî bi ser nekeve.
Meclisa Jinan a PYD’ê tekez kir ku ew dê heta dawiyê piştevaniyê bidin banga aştî û civaka demokratîk û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO kir.
