KOORDÎNASYONA JIN BANGA RAWESTANDINA SÛCÊN LI DIJÎ JINAN ÊN LI BERAVÊN SÛRIYÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi daxuyaniyekê komkujiyên li berava sûriyê ku di encamê de bi sedan sivîl bûn qurbanî şermezar kir.

Koordînasyona Jin got, pêkanîna komkujî û binpêkirinên li beravên Sûriyê ku ti têkiliya wan bi mirovahiyê re nîne, rastiya polîtîkayên paşverû, nîjadperestî û yekalî nîşan dide.

Koordînasyonê bang li saziyên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo rawestandina tawan û binpêkirinên li dijî sivîlan, bi taybet jinên li beravên Sûriyê bikevin tevgerê.

Her wiha hate xwestin ku “lêpirsîneke berfireh were destpêkirin.”

Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser bang li jinên sûriyê kir ku yekîtiya xwe ava bikin û ji bo bidestxistina mafên xwe li ber xwe bidin. her wiha tekezî li ser piştgiriya gel, jin û zarokên li beravên Sûriyê kir.

Share This Article