bi dirûşma “Zanîn xwebûn e, xwebûn hebûn e” Zanîngeha Kobanê li Stadyuma Şehîd Bawer Agir şahiya derçûna 316 xwendekaran, li dar xist.
Xwenedekar destpêkê çûn Pakrawangeha Şehîd Dicle, li wir deqeyek rêz hat girtin û her xwendekarek li kêlek gora şehîdekî/ê sekinî.
Piştre xwendekaran berê xwe da Stadyuma Şehîd Bewer Agir a bajarê Kobanê û li wir şahiya derçûnê dest pê kir.
Di şahiyê de bi hezaran şêniyên kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jin, xwendekar û mamoste amade bûn.
Şahî bi axaftina hevserokên Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim û Xezne Îbrahîm hate vekirin. Hevserokan diyar kir ku ew vê derçûnê diyarî Rêber Abdullah Ocalan, cangoriyên azadiyê, hemû gelê azadîxwaz û şeravnên azadiyê pîroz dikin:
Piştî axaftin bi dawî bûn xwendekaran bawernameyên xwe yên derçûnê ji Zanîngeha Kobanê wergirtin; Şahiya derçûnê bi staranan bi dawî bû.
