Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî navenda ciwanan a Minbicê şermezar kir.
Partiya Sûriya Pêşerojê di daxuyaniya xwe de got, armanca êrîşê hedefgirtina vîna gelên herêmê ye.
Her wiha hate diyarkirin ku hêzên dagirker bi her awayî dixwazin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin, lê bi saya berxwedaniya gel û ciwanan planên dagirkeran vala derdikevin.
Partiya Sûriya Pêşerojê hedefgirtina navenda ciwanan weke sûcekî dermirovî bi nav kir û banga mezinkirina asta têkoşînê kir.
PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ NAVENDA CIWANAN ŞERMEZAR KIR
