Têkildarî rewşa jiyanî li Şehbayê û dorpêça Hikumeta Şamê ji herêmê re, Cîgirê hevserokê kantona Efrîn-Şehba Cemal Reşîd ji Rojava TV re nirxandin kir.
Cemal Reşîd destnîşan kir ku Gelê Efrînê li gel êrîşên dewleta Tirk û dorpêça hikumeta Şamê gelek zehmetiyên jiyanî dijîn.
ji zêdetirî du salan ve Firqeya 4’an a Hikumeta Şamê dorpêçek giran li dijî Kantona Şehbayê û Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye.
Hikumeta Şamê ji 1’ê Nîsanê ve dorpêç girantir kiriye û nahêle sotemenî, derman û pêdiviyên jiyanî derbas bibin.
Têkildarî dorpêçê Cîgirê hevserokatiya kantona Efrîn- Şehba Cemal Reşîd ji rojava TV re nirxandin kir.
Cemal Reşîd destnîşan kir ku Gelê Efrînê yên koçî Şehbayê bûne li gel êrîşên dewleta Tirk û dorpêça hikumeta Şamê gelek zehmetiyên jiyanî dijîn.
Gelê Efrînê yên koçber ji bo vegera li cih û warê xwe li hember hemû şert û mercên dijwar ên ku ji aliyê hikûmeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ve li ser wan hatine ferzkirin, bi hemû rêbazan li ber xwe didin.
