ŞAREDARIYA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ DEST BI PROJEYA ASFALTKIRINA RÊYAN KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê dest bi projeya ziftkirina rêyên sereke yên bajêr kir. Ev proje di çarçoveya planên xizmetguzariyê yên şaredariyê di werzê havînê de tê birêvebirin.

Bi armanca hêsankirina tevgera trafîk û welatiyan, kêmkirina astengî û zirarên ku li ser rêyan hene, Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê dest bi projeya zifitkirina rêyen kir.

Ev proje beşek ji rêze projeyên xizmetguzariyê ye ku şaredarî ji bo pêşxistina torê rêyan û bilindkirina asta xizmetan ji bo gelê bajêr pêk tîne.

Şaredariyê diyar kir ku 3 hezar û 614 Mitir Dam ji ziftê, ji bo vê projeyê hatiye destnîşankirin.

Share This Article