Beriya 11 salan wek van rojan Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û civaka Êzidî di komkujî û qirkirinê re derbas kirin.
Di fermana Şengalê de 6 hezar û 317 kes ku di nav de jin û zarok hene, hatin revandin û wenda kirin.
Piştî berxwedana gerîlayên azadiyê, şervanên YPG- YPJ’ê, Şengal di 13’ê mijdara sala 2015’an de hate rizgarkirin û careke din jiyan lê vegeriya.
Hevserokê Mala Êzdiyan a Kantona Cizîrê Ismaîl Delef got, armanca DAIŞ ew bû ku civaka Êzidî qir bike û ola wan ji holê rake.
Li aliyekî din jî Endama Meclisa Rêveber ya mala Êzdiyan Sîdra Gêso, diyar kir ku di fermanê de ya ku herî zêde bû qûrbanî jin û zarok bûn, û heta niha êşa wê rojê tê kişandin.
Êzîdî da ku rê li ber ferman û qirkirinan bigirin, xwe bi rêxistin kirin, rêveberiya xwe ya xweser ava kirin û hêzeke leşkerî û xaka şengalê ji êrîş û gefan biparêze, darmezrandin.
