Koçberên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin û gotin, azadiya Rêber Ocalan, azadiya gelên bindest e.
Her wiha koçberan tekez kirin ku dewleta Tirk di şexsê Rêber Ocalan de dixwaze gelê Kurd qir bike.
Dewleta Tirk a dagirker her ku diçe tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir dike û li hemberî wê yekê jî karvedan û nerazîbûn zêdetir dibin.
Têkildarî mijarê koçberên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin tecrîd şermezar kirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kirin.
Her wiha koçberan gotin dewleta di şexsê Rêber Ocalan de dixwaze doza gelê Kurd qir bike.
Ev 21 meh in ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nehatine wergirtin û beriya niha parlementerê HDP’ê Omer Ocalan ji Rojava TV re ragihandibû ku ew di derbarê tenduristiya wî de bi fikar in.
