Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo rewşa Rêber APO seferberî ragihandin û bang li ciwanan kirin ku asta têkoşînê bilindtir bikin.
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê jî dibêje, dewleta Tirk yasayên parastina mafên mirovan bin pê dike.
Karvedan û nerazîbûnên li hemberî gefxwarinên dewleta Tirk ên li dijî Rêber APO her ku diçin zêdetir dibin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo rewşa Rêber APO û girankirina tecrîdê bi daxuyaniyekê seferberî ragihandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi girankirina tecrîdê re yasayên navdewletî bin pê dike.
Her wiha ciwanan diyar kirin ku hebûn wan û Rêber APO bi hev ve girêdayî ye û bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber APO, ew ê rihet jiyan nekin.
Di beşekî din a daxuyaniyê de Tevgerê bang li gel û ciwanan kir ku ji bo azadiya Rêber APO asta têkoşînê bilind bikin û dîwarên Îmraliyê hilweşînin.
Di dawiyê de ciwanan tekez kirin ku ew ê ji bo azadiya Rêber APO çalakiyên xwe bidomînin.
Bi heman armancê desteya tenduristiyê ya Herêma Cizîrê jî daxuyaniyek da û gefxwarinên li dijî Rêber APO şermezar kir.
Desteya tenduristiyê dibêje, ev nêzîka 3 salan e ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayêne wergirtin û wê yekê weke li dijî pîvanên tenduristiyê bi nav dike.
Deste aşkere dike agahînegirtina ji Rêber APO bi xwe re metisiyên cidî ava dike û bang li civaka navdewletî dike ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin.
Di dawiyê de desteya tenduristiyê tekez kir ku heya azadiya fîzîkî ya Rêber APO ew ê li ber xwe bidin û têkoşînê mezin bikin.
