Bi boneya salvegera 37’an a koçkirina hunermendê kurd Mihemed Şêxo, îro Yekitiya Hunermendan a Cizîrê û Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, çalakiyek li dar xistin.
Çalakî bi beşdarbûna bi dehan ji malbata hunermend, rewşenbîr, endamên tevgera çandê û hin hezkiriyê mûzîkê li dar ket.
Di destpêkê de li ser navê malbata mihemed Şêxo birayê wî Behaa Şêxo axivî û da xuyakirin ku
Mihemed Şêxo bû sembolek ji bo hunera kurdî û di dilê her kurdekî de cihê xwe girt û şopa wî bi awayekî rêzdarî çandî berdewam dike.
Çalakî ji aliyê koma Mihemed Şêxo û koma Botan a stranbêjiyê, bi gotina stranên mihemed Şêxo bi dawî bû.
