Înîsiyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiya Rêber APO û Yekîtiya Bijîşkan a bajarê Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan konferansek li dar xistin.
Konferans bi dirûşmeya ” Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û mafên edaletê” li Reqayê li dar ket.
Bi dehan nûnerên saziyên Civaka Sivîl, Qada Tenduristî, parêzer û siyasetmedar beşdarî konferansê bûn.
Di konferansê de tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO di aliyê Hiqûqî de hat nîqaşkirin.
Her wiha armancên girankirina Pergala Tecrîdê ya li Îmraliyê jî hate nîqaşkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin.
JI BO AZADIYA RÊBER APO KONFERANSEK LI SER ASTA SÛRIYÊ HAT LIDARXISTIN
