5 SAL DI SER ŞEHADETA ROJNAMEVAN RIZGAR ADANMIŞ DERBAS DIBIN

Rojava Tv
2 Min Read

bi boneya salvegera 5emîn a şehadeta nûçegehanê ajansa ANHAyê Rizgar Adanmiş, xebatkarên ajansa ANHAyê ji RojavaTV re axivîn û teqezkirin ku ew bi biryar in rêya şehîd Rizagr bişopînin.

Di dîroka ragihandina azad de gelek rojnamevanên Kurd ji bo derxistina rastiya êrîşên qirkirinê Yên dagirkerên Kurdistanê ji raya giştî re , canê xwe fedakirin e ew rojnamevan ne tirs,zehmetî û westandin nas dikirin û yek ji rojnamevanan jî Rizgar Adanmiş bû.

Dema Hêzên Sûriya Demokratîk QSDê pêngava rizgarkirina gundewarên Dêrazorê di 9’ê Îlona sala 2017’an de dabûn destpêkirin û di roja 12’ê Cotmeha 2017’an de dema welatiyên ji ber zilma çeteyên DAIŞê direviyan û hewl didan xwe bispêrin herêmên ji aliyê QSDê ve rizgarkirî ye, nûçegehanên Ajansa ANHAyê Rizgar Adanmiş, Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed jî rewşa wan dişopand.

Di wê navberê de çeteyan bi erebeyên bombebarkirî êrişî welatiyan kir. Di encama êrişê de rojnamevan Dilîşan û Hogir şehîd bûn û Rizgar jî bi giranî birîndar bû. lewma piştî dermankirina zêdetirî 2 mehan hevalê Rizgar di 18’ê Kanûna 2017’an de şehîd bû.

Îro di ser şehadeta rojnamevan Rizgar Adanmiş 5 sal bû di vê derbarê de xebatkarên ajansa ANHAyê Yara Mihemed û Xalid Etê axivîn û teqezkirin ku ew bi biryar in rêya ku şehîd Rizagr bi şehadeta xwe ji wan re ronî kir bişopînin .

Ajansa Nûçeyan a Hewarê ango ANHA di 1’ê Adara sala 2013’an de ji aliyê çend rojnamevanên kurd ve li Belçîkayê hatiye avakirin. Lê li rex Ewropayê, di serî de li Rojavayê Kurdistanê, li perçeyên din ên Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn bûyer û geşedanên rûdidin, radigihîne.

Hêjaye bibîrxistinê ku 5 nûçegehanên ajansa ANHAyê ji bo rastiya tarîtiya çeteyên DAIŞê û hovîtiya dewleta Tirk a a dagirker a li ser gelên Rojava ji tevahî cîhanê re ragihînin cane xwe fedakirin

Share This Article