LI KOBANÊ MERASÎMA 4 ŞEHÎDAN PÊK HAT

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şêniyên bajarê Kobanê bi merasîmeke biheybet 3 şehîd oxir kirin û şehîdek jî bi bîr anî.

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, endamên sazî û partiyên siyasî û rêxistinên jinan şervana YPJ’ê Nûdem Ararat, şervanên Hêzên Komandos Azad û Çekdar Berxbotan, îro bi merasîmeke biheybat li goristana Şehîd Dîcle oxir kirin.

Her wiha şervanê QSD`ê Dilo, hate bîranîn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê Emel Behadîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna xewn û xeyalên wan da.

Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyên şehîd Nûdem Ararat, Azad û Çekdar Berxbotan bi diruşmên ” Şehîd Namirin ” hatin veşartin

Share This Article