Bi armanca firehkirina dorûberên kesk, Îro Desteya û Şaredariya Qamişlo nêzî 150 dar li kolanên sreke yên bajarê Qamilo çandin û daxwaz ji şêniyan kirin ku bibin alîkar di parastina jîngehê de.
Di çarçoveya firehkirina dorûberên kesk li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û guherandina avhewaya herêmê, projeyên çandina daran ji aliyê şaredariyên gel, rêxistin û komeleyên herêmê dewam dikin.
di vê çarçoveyê de Desteya jîngehê ya Kantona Cizîrê û Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo li Qamişloyê 150 dar li çend kolanên bajêr ên sereke çandin.
ev piroje dikeve nava rêzepirojeyên Desteya jîngehê ya Kantona Cizîrê û Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bi hatina werza hevînê.
