ŞÊNIYÊN QAMIŞLO CENAZEYÊN 2 CANGORIYÊN AZADIYÊ OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo îro cenazeyên şehîd Kemal Qamişlo û Reşo Qamişlo, ku di cih û demên cuda de şehîd bûne, oxir kirin.
Girseya gel her du cenaze ji morga şehîdan a li bajêr wergirtin û bi dirûşmên silavkirina şehîdan; ber bi goristana şehîd Delîl Saroxan ve meşiyan.
Li goristanê deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan hate girtin, piştre li ser navê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo û Meclîsa Malbatên Şehîdan, axaftin hatin kirin.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwastin û destnîşan kirin ku, xwedîderketina li nirxên şehîdan tekane rêya pêkanîna serkeftinê ye.
Di dawiya merasîman de wesîqeya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên her du şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” hatin oxirkirin.

Share This Article