Ji ber pileya germê ya zêde li bakur û rojhilatê sûriyê nexwşî di nava mezin û zarokan de belavbûye.
Li kantona Reqayê niha pêlek germahiyê ya zêde heye û Pêşbînî tê kirin ku ev pêla germê çend rojên din jî berdewam bike.
Germahiya zêde asta metirsiya tenduristiyê bilind dike û li gorî pisporên tenduristiyê, zêdetir xeterî li ser zarok, temen mezin û karkerên li deverên vekirî kardikin heye.
Pisporên nexweşxaneya wetenî ya li reqayê ji Rojava tv re axivîn û ji bo parastina tendurstiyê ji germa zêde, hişyarî dan.
Li bajarê hesekê jî ji ber pileya germê ya bilind rêjeya nexweşiyê zêde bûye, Rêveberê Nexweşxaneya Gel a Hesekê D.Salar Ebd El Wehab behsa nîşaneyên nexwşiya lêdana rokê dike.
Li gorî çavkaniyên meteorolojîk ên herêmî, bajarê Reqayê niha pêlek germahiyê ya neasayî dijî, û li hin deveran germahî 44 pileyan derbas kiriye.
Tê payîn ku ev pêla germahiyê çend rojên pêş jî berdewam bike.
